NûçeRojhilatanavinSûriye

NY: Neyar nahêlin ku sivîl ji rojhilata Helebê derkevin

Konseya Mafên Mirovan ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), ragihand, kesên çekdar ên neyarê Sûriyê, îznê nadin ku sivîl rojhilata Helebê biterikînin.

Li gorî rapora ISNA`yê, Robêrt Kloyel, berdevkê komîsyonerê bilind ê Mafên Mirovan ê NY li Jênêvê, di vî warî de  got: Em li bara ewlehiya sivîlên li Helebê pirr nîgeran in; çi ew kesên ku hîn li navçeyên di destê neyaran de mane û çi jî ew kesên ku reviyane navçeyên di destê dewletê de.

Kloyel li axiftina xwe ya li Jênêvê got ku kesên ku li navçeyên di destê neyaran de mane, li avahiyên biçûk kom bûne û hêzên neyar jî îznê nadin ku ew ji Helebê derkevin. Wî got: Muhtemel e ku nêzî 100 hezar kesên sivîl li navçeyên di destê neyarên sûrî li rojhilata Helebê de mabin û 30 hezar kesên din jî reviyane navçeyên di kontrola dewletê de.

Berdevkê komîsyonerê bilind ê Mafên Mirovan ê NY, herwiha got: Hatiye ragihandin ku bi sedan kes ji mêrên ku reviyane navçeyên di destê dewletê de, wenda bûne.

Li gorî nûçeyeka din, artêşa Sûriyê ji berêvariya roja îniyê va li navçeyên curbicur ên li derdora Şamê û parêzgeha Idlibê li bakûrê rojavaya vî welatî, agirbes ragihandine. dema bi dawîhatina vê agirbesê kivş nîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu