AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Şamê êrişa Tirkiyeyê bi tundî şermezar kir

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Sûriye, SANA`yê ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, Şamê operasyonê bi tûndî şermezar kiriye.

Çavkaniyê destnîşan kir ku operasyonê prensîbên têkiliyên cîranan û peymana Neteweyên Yekbûyî û qanûnên navneteweyî binpê kirine. Çavkaniyê eşkere kir ku Şamê bangî civaka navneteweyî kiriye ku ‘Polîtîkayên piştgiriya terorîstan a Tirkiyeyê’ şermezar bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu