ÎranNûçeRojhilatanavin

Xutbeyên nimêja îniya Têhranê

Xetîbê nimêja îniya Têhranê pêkutî kir ku gelê Îranê li hember zorbêjan teslîm nabe.

Ayetula Ehmed Xatemî pêşnimêjê nimêja îniya Têhranê li bara gefên berbijarên serokomartiya Amerîkayê dijî Îranê got: Dewleta Amerîkayê peymanşikên e û berxwedan tenha riya sekinîna li hemberî zorbêjan e.

Xetîbê nimêja îniya Têhranê her wiha got: Hêvîdariya li bara welatên rojavayî û Amerîkayê karekî şaş e ji ber ku, amerîkî hertim behsa boykotên nû dijî Îranê dikin.

Ayetulah Xatemî cinayetên Rêjîma Siyonîst li navçê û yên dijî gelê Filistînê jî şermezar kirin û pêkutî kir ku ev rêjîma talanker e û li gorî gotina rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî heta 25 salên din idî tiştek ji Israîlê namîne.

Xetîbê nimêja îniya Têhranê li bara opêrasyona têrorîstî ya li Brûksêlê jî got: Komara Islamiya Îranê opêrasyona têrorîstî li her dereke cîhanê şermezar dike. Wî welatên rojavayî ji ber nêrîna durû li bara têrorîsma li Sûriye û Iraqê dan ber rexneyan û got: Ev nêrîna, nêrîneke bikaresat e, loma têrorîst berbûne canê piştgirên xwe yên rojavayî.

Pêşnimêjê nimêja îniya Têhranê her wiha bal kişande ser binavkirina sala 1395`ê hicrî-şemsî ji aliyê rêberê giranqedir ê Inqilabê va wek sala “ aboriya berxwedanê û pêngavkirinê“ û got: Aboriya berxwedanê bi vî wateyî ye ku aboriya Îranê ber aliyekî va here ku dijmin nekaribin derbê lê bidin.

Xetîbê nimêja îniya Têhranê li ser viya sekinî ku aboriya berxwedanê divê berjewendiyên gelê Îranê dabîn bike û got: Coş û geşatiya aboriyê, armanca aboriya ser bingeha berxwedanê ye.

Xetîbê nimêja îniya Têhranê her wiha bal kişande ser roja 31`ê Adarê wek roja Cimhûriya Islamî û got: Pergala Komara Islamî, sembola serdestiya gelanî ya dînî ye. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu