Ji ber êrişa hewayî ya Erebistanê ser Yemenê zêde ji 50 kesên sivîl li vî welatî hatine kuştin.
Li gor rapora PressTV`yê, Bingehên doxtorî û ewlehiya Yemenê li raporekê destnîşan kirin ku Ji ber êrişa hewayî ya Erebistanê ser navçên curbicure beravên rojavaya Yemenê zêde ji 50 kes hatine kuştin ku parek ji wan jin û zarokin.
Firokên şerî yên Erebistanê duh îniyê herwisa bazarek li navça Muzê li parêzgeha Teizê li başûra rojavaya Yemenê kirine hedefa êrişên xwe ku ji ber vê êrişê 8 kesên sivîl hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.
Firokên şerî yên Erebistanê duh îniyê herwisa bakûra rojavaya Yemenê jî bombebaran kirin ku di vê destdirêjiya Riyazê jî 15 kesên sivîl bûne qurbanî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)