CîhanNûçe

Di şerê girtîgehê yê Brezîlyayê de 26 mehkûm hatin serjêkirin

Hat ragihandin ku di şerê mehkûman yê girtîgeha Alcaçuz a eyaleta Rio Grande do Norte yê Brezîlyayê de serê 26 girtiyan hatiye jêkirin.

Sekreterê Ewlehiya Gelemperî yê Eyaletê Caio Bezerra di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gorî doneyên pêşî ku gihandin me hejmara kuştiyan 27 bû, lê paşî jiber ku mehkûm hatine perçekirin hat ferqkirin ku kuştiyek du caran hatiye jimartin. Sekreterê Ewlehiya Gelemperî yê Eyaletê Caio Bezerra di berdewamiya axaftina xwe de got: ” Ji 26 mehkûmên ku hatine kuştin du jê hatine şewitandin û yên din jî hatine serjêkirin.” Li gorî zanyariyan, ji bo teşxîskirina laşê mehkûman cesede wan şandin tiba edlî. Digel hemû lekolînan jî heta niha nasnameya tu mehkûmekî nehatiye teşxîskirin. Di girtîgeha ku qepasiteya wê 620 kes e, hezar û 83 mehkûm diman. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu