CîhanNûçe

Xwepêşandana xelkê xwecî li ber Kongira Amerîkayê

Xelkê xwecî yê Amerîkayê bi nîşana nerazîbûna li hemberî sîysetên cihêkarîyê yên rayedarên amerîkî, li ber Kongira vî welatî kom bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, niştecîyên sereke yên Amerîkayê ku hela jî ji ber sîyasetên cihêkarîyê yên rayedarên dewleta Amerîkayê û binpêbûna berdewam a mafên xwe nerazî ne, îro li ber Kongirê li bajarê Waşîngtonê kom bûn.

Li gorî bangewazîya hogirên niştecihên sereke yên Amerîkayê, bi sedan kes bi nîşana piştgirîya ji nişteciyên sereke yên Amerîkayê li sê deverên Mêrîland, Vîrcînîya û Waşîngtonê kom bûn.

Nerzzîyan hin pankard rakiribûn ku ser wan wiha hatibû nivîsînê: “ Ketina şîrketan nav çavkanîyên avê û erdên niştecihên sereke rawestînin.“

Niştecihên sereke yên ayealeta Dakûtaya Bakûr û çalakên jîngehparêzîyê eva çend meh in ku bi pêkutîya li ser zîyanên li jîngehê dikevin, nerazîbûna xwe li hemberî proja danîna borîya niftê ya Dakûta Êksêsê nîşan didin.

Nerazî û çalakên jîngehparêzîyê ser vê bawerê ne ku rêka 1885 kîlomêtrî ya jibo danîna borîya niftê ya Dakûtaya Bakûr hatîye kifşkirinê, çavkanîyên avê û erdên vê deverê dixe ber xeterê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu