CîhanEwropaNûçe

Wezareta Parastina Rûsyayê: Li Kirimê 2 leşkerên me hatine revandin

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de hat gotin, “Leşkerên Rûsî yên bi navê Maksim Odintsov û çawîşê peymanî Aleksandır Baranov 20ê Mijadrê li dor demjimêr 13an ji aliyê karmendên

Serwîsa Ewlekariya Ukrayna ve bi awayekî neyasayî hatin binçavkirin û ew ji Kirimê birin herêma Nikolayev ya Ukraynayê.”

Wezareta Parastina Rûsya herwiha da zanîn ku Serwîsa îstixbarata Ukrayna Baranov û Odintsoy bi tawanên dijî Ukraynayê tohmetbar dike û ew texmîn dikin li ser leşkerên Rûsî tahdeya psîkolojîk û fizîkî bê kirin.

Di daxuyaniyê de, kiryara Serwîsa îstixbarata Ukraynayê ya li dijî leşkeran wek provokasyon hat binavkirin û hat xwestin derhal leşkerên Rûsî werin azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu