IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Em hêvî dikin ku heta mehekê operasyona Mûsil bi encam bibe

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Ibrahîm Caferî diyar kir ku ew bi hêvî ne operasyona rizgarkirina Mûsilê heta mehekê bi encam bibe.

Ibrahîm Caferî Wezîrê Karê Derve yê Iraqê ji bo serdaneke fermî çû paytexta Libnanê Beyrûdê. Caferî di çarçoveya serdana xwe de bi Serokomarê Libnanê Mîşel Ewn re li Koşka Baabdayê civiya.

Li dû hevdîtina bi Mîşel Ewn re Ibrahîm Caferî daxuyanî da çapemeniyê. Caferî aşkere kir ku wî pîrozbahiyên Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ji bo Mîşel Ewn pêşkêş kiriye û ew vexwendiye ji bo Bexdayê.

Caferî li ser operasyona Mûsilê jî nirxandin kir û wiha got: “Em hêvî dikin ku operasyonên rizgarkirina Mûsilê, heta mehekê bi encam bibe. Em dê roja derketina DAIŞê ya ji Mûsilê bibînin.”

Caferî di çarçoveya serdana xwe de herwiha bi Serokwezîrê Libnanê Saed Herîrî û bi Serokê parlamentoyê Nebîh Berrî re jî civiya. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu