AborîErebîstanNûçeRojhilatanavin

Ji ber pirsgirêkên aborî yên Erebistanê, milyonek karkirên biyanî terka vî welatî dan

Li gorî rapora IRIB News`ê û ji zarê kovara  inglîz ya Êconomîstê ji ber pirsgirêkên aborî yên şîrketên  erebistanî, sepandina sermala zêde û lawaziya li dayîna  destheqê karkiran, nêzîkî milyonek karkirên biyanî terka Erebistanê kirine.

Li gorî raghandina  Rêxistina Sîgorta civakî ya Erebistanê, nirxa bêkariyê 12.08 a li vî welatî bû sedem ku rayedarên siûdî şuxilandina  hêza  karê navxweyî bixin rojeva xwe.

8 milyon karkirên biyanî li Erebistanê mijûlî xebatê ne. Dewleta Erebistanê ji destpêka sala 2018`an va ji her karkirekî biyanî 80 heya 106 dular li mehê sermalê distîne.

Lêkolerên aborî, derketina  karkirên  biyanî ji Erebistanê ji ber siyasetên  riyazeta aborî yên Riyazê û zêdekirina  xercên  mayîna  li vî welatî dane zanîn.

Erebistan xêncî xercên  giran ên şazadeyên  siûdî, dayîna  miaşa terorîstên  kirêgirtî li Sûriyê û Iraqê ji Adara 2015`an heya niha bi xerceke eskerî ya pir zêde giştalî Yemen da ber êrişan ku vê yekê xercên giran bo welatê hanê hebûye.

Başa dön tuşu