IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Ji Berhem Salih bo krîza Sûriyeyê daxuyanî

Serokomarê Iraqê Berhem Salih diyar kir ku li Sûriyeyê divê piştgiriya çareseriyeke siyasî ya li ser bingeha jiyaneke serbilind û azad were kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Iraqê, Salih li paytext Bexdayê li meqamê xwe ligel Alexander Lavrentievê Nûnerê Taybet ê ji bo Karûbarên Sûriyeyê yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn rûnişt.

Salih di hevdîtinê da bal kişand ser girîngiya berfirehkirina peywendiyên dostane yên Rûsya û Iraqê û herwiha geşkirina peywediyên di warê siyasî, eskerî, aborî û enerjiyê da.

Salih herwisa qala rewşa Sûriyeyê jî kir û got ku li Sûriyeyê divê piştgiriya çareseriyeke siyasî ya li ser bingehê jiyaneke serbilind û azad were kirin.

Başa dön tuşu