ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Îran di pileya şanzdehem a çêkirina Hişê de ye

Rawêjkarê navenda pêxistina zanist û têknolojîya Îranê got: Komara Islamî ya Îranê di warê çêkirina Hişan de li rêza şanzdehem a cîhanê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemedteqî Cogetayî rawêjkarê navenda pêxistina zanist û têknolojîya Îranê got: Bi sedam nivîsar di warê zanista derûnnasîyê li Îranê de hatine weşandinê û ev yeka nîşan die ku li vê çiqa zanistî, pizişkî û lêkolînê sermayeguzarî hatîye kirin.

Cogetayî herwiha got: Îran di warê berhemên zanistî de anegorî welatên cîhanê di asteke gelekî bilind de ye û di hin warên zanistê de li pêş welatên navçê ye.

Mensûr Xulamî wezîrê zanist, lêkolîn û têknolojîyê yê Îranê jî çendekê berî vîya gotibû ku Îran li navşê di rêza yekem a berhemên zanistî de ye û li hin zanistên nû jî cîgeheke baş li asta cîhanê bi dest xistîye.

Xulamî herwiha got: Îranê ji hêla nijyarên zanist û perwerdê ve potansîyelên baş hene û şareza û xwendekarên bijare yên îranî cîgeheke taybet di nav bijareyên dinyayê de hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu