ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Ji bo azadiya prensê Siûdî 6 milyar dolar hat xwestin

Prens El Welîd bin Talal li Erebîstana Siûdî di çarçoveya operasyona gendeliyê de hatibû binçavkirin. Li gorî îdîayan ji bo serbestberdana prens El Welîd bin Talal 6 milyar dolar hat xwestin.

Qral Selman bin Ebdulezîz di 4ê Mijdarê bi biryarnameyekê Komîsyona Tekoşîna Gendeliyê dabû avakirin û Muhammed bin Selman jî wekî serokê komîsyonê tayin kiribû.

Piştî avakirina komîsyonê li hemberî prens û berpirsên bilind operasyoneke binçavkirinê li dar xistibû û di serî de Wezîrê Muhafizên Qraliyetê prens Mutab bin Ebdullah û prensê 62 salî El Welîd bin Talal jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin.

Li gorî îdîayan Muhammed bin Selman, ji bo serbestberdana Welîd bin Talal 6 milyar dolar kefalet xwestiye.

Prens El Welîd bin Talal di serî de tora medya civakî Twitter jî di nav de şirîkê gelek şirketên cihanê ye û bi serweta xwe ya 18 milyar dolarî di kovara Forbesê de ketibû nava kesên herî dewlemend. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu