EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Ji bo Libyayê hewlên çareseriya siyasî didome

Xalid el-Mişriyê Serokê Konseya Dewletê ya Bilind a Lîbyayê diyar kir ku dê bi kesekî ku hêzê bi kar tîne û hewl dide ku fikra xwe bi zorê bide qebûlkirin ra hevdîtinê neke.

Li gor malpera parvekirina civakî ya konseyê Mişrî bi Nûnerê Taybet ê Lîbyayê yê NYyê Xassan Selame ra hat ba hev û Hefter destnîşan kir û got ku dê bi tu aliyên ku xwe dane êrîşkariyê û hewl didin ku fikrên xwe bi zorê bidin qebûlkirin ra li ser maseya lihevkirinê rûnenê.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê da Selame der barê encamên geşta xwe ya li ser rojhilatê welêt da agahî dan.

Hat ragihandin Mişrî ji NYyê xwestiye ku der barê êrîşa li ser Trablusê da rastiyan derxîne holê.

Di hevdîtinê da hat diyarkirin ku ji bo qeyrana li Lîbyayê çareseriya eskerî tune û di vê mijarê da wekî hev difikirin, herwiha divê di demeke kurt da çareseriya siyasî bê dîtin û vegerin xebatên siyasî û ev yek mecbûrî ye û hat destnîşankirin ku di vê mijarê da jî mutabiq in.

Başa dön tuşu