ÎranNûçeRojhilatanavin

Vexwendina baylozê Danîmarkê bo wezareta karên derve ya Îranê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ji vexwendina baylozê Danîmarkê li Têhranê bo vê wezaretxanê xeber da û ragihand ku hegera vê bankirinê ji ber destdirêjiya 6 kesan ser baylozxana Îranê li Kopênhakê bûye.

Li gor rapora IRIB News`ê, Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Îranê li gotinên xwe bal kişande ser viya ku duh çarşemê li kiryarekî bi şik û guman 6 kesên dijî inqilaba îslamî ya Îranê destdirêjiya ser baylozxana Îranê li Kopênhakê kirine ragihand ku hema ji ber vê yekê wezareta karên derve yê Îranê bane baylozê Danîmarkê li Têhranê kiriye.

Qasimî bal kişande ser nerezamendiya Îranê li hemberî vî karê dijî qayde û qirarên navnetewî û dijî qayde û qirarên nav Danîmarkê û ji lawaziya dewleta Danîmark bona dabînkirina ewlehiya baylozxana Îranê û karmendên vê navendê li Kupinhagê rexne kir.

Qasimî ji baylozê Danîmarkê xwest ku pêwîste dewleta vî welatî bi micidî sebebkarên destdirêjiya ser baylozxana Îranê li Kupinhagê siza bike û netîca vî karî jî bigehîne Îranê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir ku eger dewleta Danîmarkê bi micidî sebebkarên vê destdirêjiyê siza neke, netenê qudreta vî welatê têxe ber pirsê ku dibe sebeb derbe li peywendiyên ber bi pêşketinê ye du welatan keve û bi hetm Îran jî dê bertekê nîşan bide.

Baylozê Danîmarkê li Têhranê jî bilî diyarkirina mixabiniya xwe ji ber êrişa ser baylozxana Îranê li Kopinhagê, ragihand ku vê meseleyê dişopîne û yê dewleta xweji nerezîbûna Têhranê haydar bike û îfadeyê bide (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu