IraqNûçeRojhilatanavin

Ji bo rizgarkirina Musilê rojên bi jimar mane

Efserekî Artêşa Iraqê Ahmet El Hazarcî ji Spûtnîkê re ragihand, milîtanên DAIŞê dê nikaribin xwe ji dorpêçê rizgar bikin û got, ji bo kontrolkirina Mûsilê rojên bi jimar mane.

Efserê Iraqî Hazarcî diyar kir ku DAIŞ li beşên rojavayê Mûsilê rojên xwe yên dawî dijî û wiha pê de çû: “Milîtan hemû kesên ku ji deverên kontrola wan direvin dikujin. Li taxên ku gel li wan dijî wesayîtên bombekirî bi cî kirine. Her tim wan diteqînin û xelkê bêguneh dikujn.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu