İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ji bo serbestberdana siyasetmedaran li Katalonyayê bi hezaran kes ketin kolanan

Bi sedan hezar kes ji xelkê Barselonayê li navenda Katalonyayê xwenîşandaneke berfireh bi rê xistin û daxwaza azadiya rêberên xwe yên zîndanî û çareserkirina siyasî û dîplomatîk a krîza vê navçê kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a EFE ya Spaniyayê, Ji ber vexwendina tevgera nasyar bi “Jiyana bi hevra û Demokrasiyê“, Bi sedan hezar kes ji xelkê Barselonayê li navenda Katalonyayê xwenîşandaneke berfireh bi rê xistin û daxwaza azadiya serok û rêberên xwe yên zîndanî û çareserkirina siyasî û dîplomatîk a krîza vê navçê kirin.

Polîsê Barsilinayê ragihandiye li vê xwenîşandanê 315 hezar û birêveberên vê xwenîşandanê jî ragihandine 750 hezar kes li Balselonayê kom bûne û daxwaza azadiya rêberên xwe yên zîndanî kirine.

Beşdarên xwenîşandanê bi diruşmên ‘Em dixwazin we li mal bibînin û Hûn bi tenê nînin`’, ‘ji siyasetmedarên girtî re azadî’ û ji bo Carles Puigdemont ku di 6ê Nîsanê de li Almanyayê hatibû girtin û paşî ji aliyê dadgehê ve serbest hatibû berdan jî îfadeyên ‘Serok Puigdemont’ bi kar anîn û bi vî awayî xwenîşanderan piştevaniya xwe ji rêberên zîndanî yên Katalonyayê ku ji 6 meh berî niha ve di zîndanê da ne nîşan dan..

Parlemana kataloniyayê lidarxistina Giştpirsîna Serxwebûnê di ropja 1`ê Cotmeha 2017`an (1`ê Oktoberê), tevî kêşeyên digel dewleta Spanyayê ku wê neqanûnî dizane, pesend kir.

Li dema ku rêberên Katalonyayê xwe ji bo giştpirsiya serxwebûna ji Spaniyayê amade dikirin polîsê Spaniyayê 13 karbidestên dewletî yên Kataloniyayê girtine ku ev yeka bûye sebeba nerezamendiya xelkê Barsilonayê.

Partî û sendiqayên ku berê tevlî çalekiyên serxwebûnê nebibûn jî vê carê beşdarî protestoyên serbestberdana siyasetmedarên katalanî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version