CîhanEwropaNûçe

Ji bo şerê bi mişkan re 32 milyon dolar hatin veqetandin

Şaredariya Bajarê New Yorkê di tekoşîna mişkan de hedefa xwe mezin kir. Şaredarî ji bo ji sedî 70 mişkê bajêr kêm bike 32 milyon dolar pere veqetandin. Li gorî texmînan dora 2 milyon mişk li bajarê New Yorkê hene.

Serokê Şaredariya New Yorkê Bill de Blasio di axaftina xwe ya derbarê mijarê de got: “Em jiyana mişkan li bajarê New Yorkê wek perçeyek ji heyatê qebûl nakin. Em ê li herêma Manhattan, Chinatown, East Village û Lower East Side, Brooklyn, Bushwick, Bedford-Stuyvesant, Bronx’ın û Grand Concourseyê tekoşîna wan bikin.

Midûrê Tendirustî yê New Yorkê di axaftina xwe de ragihand ku ji sere sala heta niha derheqê mişkan de me zêdetirî 10 hezar gilî û şikayet hatiye kirin.

Amirê kare paqijî yê bajêr Kathryn Garcia jî bangî niştecihên New Yorkê kir û got: “Rêya herî baş di sergoyê mal û kolanê de tiştên xwarinê neyê peydekirin 3u mişk ji xwarinê werin mahrumkirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu