FilistînNûçeRojhilatanavin

Ji dema ragihandina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê ve, zêde ji 300 filistînî şehîd bûne

Navenda lêkolînên karûbarên siyonîstî filistînî ya Qudsê, ragihand: Ji dema ragihandina Beyt Ul Muqedesê wekî paytexta Rejîma Siyonîst ve heya niha, zêde ji 300 welatiyên filistînî bi destê leşkerên îsraîlî ve şehîd bûne.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Navenda Ragihandinê ya Filistînê, Navenda lêkolînên karûbarên siyonîstî filistînî ya Qudsê, li raporekê destnîşan kir: Ji sercem 316 şehîdên filistînî, 68 kes zarok in.

Ev navenda ji saziyên hiqûqî û rêxistinên ser bi Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê xwest ta ku bona mehkemekirin û cezakirina serokên Têlavîvê ji ber cihanîna cinayetên cengê dijî gelê Filistînê, karekî lezgîn cih bînin.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, 6`ê meha Kanûna sala 2017`an, tevî dijayetiyên berfireh ên li navçe û cîhanê, ragihand: Amerîka, Qudsê wekî paytexta Îsraîlê, bi fermî nas dike.

Bajarê Quds ku Mizgevta El Eqsa, yekemîn qibleya misilmanan têde ye, pişka cidanebûyî ya Filistînê ye û yek ji sê avahiyên pîroz ên îslamî tê hesêb û li cem misilmanan cîgeh û girîngiyeka taybet heye.

Başa dön tuşu