IraqNûçeRojhilatanavin

Ji destpêka opêrasiyona azadkirina Mûsilê hêzên iraqî li bereberê azadkirina vî bajarî û têkbirrina DAIŞ`ê ne

Serokomarê Iraqê got: Piştî derbasbûna salekê ji destpêka opêrasiyona azadkirina Mûsilê hêzên iraqî li bereberê azadkirina vî bajarî û têkbirrina DAIŞ`ê ne.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Fuad Mesûm serokomarê Iraqê roja yekşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Hêzên iraqî tenê berjewedniyên gelê Iraqê naparêzin, belkê ewna berjewedniyên gelê navçe û cîhanê diparêzin û hewldana wan bûye sebeb ku civaka cîhanî pesna wan bide.

Mesûm got: Hêzên iraqî çeteyên DAIŞ`ê şikest dane û li heyameke kurt da karîne Felûce, Qeyare, Başîq, Hemam El Îl û tevayê parêzgeha El Enbar û Selahedînê ji bin dagirkeriya vê koma têrorîst azad bikin.

Nûrî Malikî serokwezîrê berê yê Iraqê jî li hevdîtina digel fermandarên hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê li ser pêwîstiya filitandina welatiyan li Mûsilê û dabînkirina navçeyên ewleh bo wan heta avakirina navçeyên dagirbûyî ji aliyê DAIŞ`ê va pêgirî kir.

Nûrî Malikî li vê hevdîtinê li bara serketinên pêkhatî li Til Eferê û navçeyên din ên Mûsilê digel fermandarên hêzên gelanî yên Iraqê gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu