IraqNûçeRojhilatanavin

Ji du-sêyekê (2/3) parêzgeha Neynewayê ji bin kontrola têrorîstan hat rizgarkirin

Serokwezîrê Iraqê ragihand ku hêzên iraqî DAIŞ ji du-sêyekê parêzgeha Nêynewayê li bakurê vî welatî derxistiye û niha li nav bajarê Mûsila navenda vê parêzgehê şerê dijî têrorîstan dikin.

Li gorî rapora kanala televîziyoniya Al-Alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja înê li axaftinekê bi boneya nût û şeşemîn salvegera artêşa vî welatî ragihand: Şerê Iraqê dijî têrorîsmê di nîveya xwe ya dawiyê ye û dê hemû têrorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê zûtirkê ji nav herin.

Heyder Ebadî artêşa Iraqê ser bi hemî gelê vî welatî da zanîn û her wiha got: Roja îro Iraqê tecrubeyeke xwe ya baş a şêrr heye.

Serokwezîrê Iraqê her wiha sipasiya artêşa vî welatî ji bo têkoşîna li hemberî têrorîsmê kir û got: Ev şer hema wisa didome.

Operasiyona azadkirina Mûsilê ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê ji 17`ê Cotmeha 2016`an va li ser fermana Heyder Ebadî dest pê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu