NûçeCîhanEwropa

Artêşa Ukraynayê ji Lysychansk vekişiya

Piştî çend demjimêran ku Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihandibû ku li Luhanskê bi temamî kontrol kiriye, artêşa Ukraynayê bi fermî vekişandina hêzên xwe ji asêgeha xwe ya dawî ya li herêmê Lîsîçanskê ragihand. û ferman da hêzên xwe ku ji vî bajarî derkevin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li ser ketina bajarê Lysychanskê ya ji bo Rûsyayê got, “Em ê erdên xwe, ku Lysychansk jî di nav de ye, vegerînin.”

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu beriya niha ji Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re gotibû ku kontrola temamî ya parêzgeha Luhanskê di destê Rûsyayê de ye.

Herêmên Luhansk û Donetsk piştî derbeya li Kîevê ya sala 2014’an serxwebûna xwe ji Ukraynayê ragihandin.

Di dema ku li herêmên Lûhansk û Donetskê ji bo serxwebûn û tevlîbûna bi Rûsyayê re referandum hat kirin, hikûmeta Ukraynayê ji bo bersivdayîna referandûmê li van herêman dest bi operasyoneke leşkerî kir.

Başa dön tuşu