ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Divê mirov hela Trump nenirxîne

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê got ku divê merivo gotinên serokomarê nû yê Amerîkayê têkildarî tirsandina ji islamê paşê binirxîne.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro li civîna çapemenîyê ya heftane di bersiva pirsa nûçegihanê me têkildarî gotinên Trump serokomarê nû yê Amerîkayê têkildarî tirsandina welatan ji silamê de got: Meriv nikare dewleta Trump ku berovajî serokomarên berê yên Amerîkayê helwest û sîyasetên wan dema propagandeyên hilbijartinan da heta astekê kifş bûn, bi awayekî deqîq binirxîne.

Qasimî bi gotina vîya ku serokomarê nû yê Amerîkayê li bara meseleyên din ên cehanî gotinên cida hebûne, ragihand ku hela meriv nikare çaverêyê helwesteke deqîq û zelal ji alîyê Trump va be û divê dem bibhore ta ku çarçova nêrîna hikûmet û desteya rêvebir a Amerîkayê li bara navçê û cehanê were nirxandinê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara destûrkara muzakirên Astanê û vê yekê ku Îran, Ûrsêt û Tirkîye komên dijber jibo gotûbêja ligel dewleta Sûrîyê han didin, got: Muzakire bi pişkdarîya her sê welatan wekî çavdêr tên birêvebirin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi pêkutîya li ser misogerkirina agirbesê wekî ewlewîyeta yekem a muzakirên Astanê herwiha got: Taybetmendîya girîng a vê civînê eva ye ku tenê çend welat derbasî vê mijarê bûn û ev muzakire li gorî însîyatîfa sê welatên girîng ên navçê, Îran, Ûrsêt û Tirkîyê tên lidarxistinê.

Qasimî li bara pêkanîna komîteya dayimî ya dijî Îranê li Yêketîya Ereban a li gorî pêşnîyara wezîrê karên derve yê Behrêynê jî got: Behrêyn tûşî qeyrana navxweyî bûye û jibo xalifandina raya giştî ji ser vê meselê, niha rêjîma Alê Xelîfe bi dû dijminê derveyî ye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha got: Heke hikimdarên Alê Xelîfe li Behrêynê di rewşa rastbînîyê da bin yê bizanibin ku dew û dozên wan li bara welatên din ji wan li bara Komara Islamî ya Îranê bêbingeh û pûç in.

Qasimî li bara kifşkirina sefîrê nû yê Îranê li Iraqê û berteka hin welatan ji wan Erebistanê li hemberî vê yekê jî got: Berfirekirina bêzarîyê û hilxistina buxtanan ji alîyê hin welatan li dijî Îranê, mijareke nû nîne û armancên wan kifş in.

Qasimî li bara civîna Sazîya Hevkarîya Islamî li Malêzîyê jibo rawêjkarîya ser çarenûsa misilmanên Rûhîngîyayê got: Wezareta karên derve ya Îranê hestyarîyên xwe li bara misilmanên Rûhîngîyayê dişopîne û berî vîya jî wezîrê karên derve yê Îranê bi şandina nameyekê jibo sêkrêtêrê giştî yê NY, xwestîye ku ew bala xwe bide ser vê mijara girîng.

Qasimî hêvî kir ku hewldanên cehanî bi rêka Sazîya Hevkarîya Islamî di çarçova dabînkirina mafên misilmanên Rûhîngîyayê bên şopandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu