ÎranNûçeRojhilatanavin

`Îran dijî bikaranîna her cure çeka kîmyewî ye`

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li ser isûlên bingehîn ên Îranê li bara dijberîya li hemberî her cure bikaranîna çeka kîmyewî sekinî.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li hevdîtina tev Ehmed Ozumcu rêvebirê giştî yê Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Têhranê, Îran yek ji gorîyên çekên kîmyewî yên ku rêjîma Sedam li şerê sepandî ser Îranê da bikar anîn zanî û dîyar kir: `Ti komekê mafê bikaranîna çeka kîmyewî li şêrr tineye, eva li halekî ye ku mixabin koma têrorîst a DAIŞ`ê li şerê dijî dewleta Sûrîyê çekên kîmyewî bikar anîne`.

Zerîf bal kişand ser rapora vê dawîyê ya li bara bikaranîna çekên kîmyewî li devera Xan Şêyxûnê ya Sûrîyê û li ser pêwîstîya lêgerînê navnetewî bi merema pêderxistina rastîya bikaranîna çekên kîmyewî li wê deverê sekinî û ragihand ku `Îran jibo hevkarîya ligel Sazîya Qedexekirina Çekên Kîmyewî di vî warî da amade ye`. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu