ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşkir Sefewî: Emerîka serê axir bi işkest dê terka navçê bide

Alîkarê û şêwirmendê pilebilind ê fermandê giranqedr ê gişt hêzên Îranê got: “Emerîka dê bi berxwedana umeta Îslamî ser axir dê işkestê bixwe û neçar bimîne terka Kendava Farsê, Sûriyê û welatên rojava Asiyayê bide”.

 Li gorî rapora IRNA`yê, serdar serleşkir seyd Yehya Sefewî roja yeşmeiyê li kongira neteweyî ya sê hezar şehîdên  Qezwînê li rojava Têhranê hizûra Emerîka û rojavayê li navçê weke xeyaneta hin welatên erebî derheq gelên navçê bi taybet li dijî gelê Filistînê da zanîn û got: Alîgirên  rojava û Emerîkayê dê serê axir işkestê bixwen.

Kongira neteweyî ya sê hezar şehîdên Qezwînê ji îro yekşemiyê va destpê bûye û heya  pêncşemiyê 15 Mijdarê didome.

Serleşkir Sefewî bal kişand  ser vê yekê ku boykotên vê dawiyê yên Emerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê ser fermana  rayedarên  Rejîma Siyonîstî cih hatiye û destnîşan kir: Dijminên  Îslamê divê bizanibin ku li gor  weida îlahî dê işkestê bixwen.

Başa dön tuşu