IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Teqîna terorîstî li paytexta Iraqê: Du kesên sivîl ên iraqî hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn

Li encana teqîna terorîstî li Bexdaya paytexta Iraqê hejmarek ji xelkê sivîl ê iraqî hatin kuştin an birîndar bûn.

Sed El-Me`ên berdevkê operasyona  Bexdayê ragihand ku roja duşemiyê li encama teqîna  trimbêleke bombekirî li nêzîkî meydana   firotina pincaran li navça ticarî ya Cemîlê li rojhilata Bexdayê du kesên sivîl ên iraqî hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gorî vê raporê li encama teqîna  terorîstî, trimbêl û navendên ticarî yên vê navçê di êgir de şewitîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu