BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Sazîya Navnetewî ya Efûyê ragihand ku rêjîma hikimdar li Behreynê bisînorkirina azadîyan giran kirîye û mafê welatîbûnê yê zêde ji 80 welatîyên behrêynî jî ibtal kirîye

Li gorî rapora kanala Al-Alamê,  Sazîya Navnetewî ya Efûyê di rapora xwe ya sala 2016`an da, bal kişand ser hilweşandina Komela Islamî ya Wifaqa Netewî li Behreynêwekî komeleya herî girîng a dijberê rêjîma hikimdar li behrêynê û ragihand ku rayedarên rêjîma binemala xelîfe bisînorkirina azadîya axavtin û nêrînê, pêkanîna partîya û kombûnên biaştî giran kirîye.

Sazîya Navnetewî ya Efûyê bal kişand ser girtin û qedexekirina derketina hejmareke çalakên mafên mirovan li Behreynê û ragihand ku vê sazîyê nûçe û raporên nû li bara işkencekirin, serederîya xirab, muhakimekirinên nedadmendane, cihêkarîya li hemberî jinan li behrêynê wergirtine.

Li gorî ragihandina  Sazîya Navnetewî ya Efûyê lêkolînên sazîyên curbicur di warê binpêkirina mafên mirovan ji hêla serbazên rêjîma binemala xelîfe va, li Behreynê didomin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu