AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Derfirotina berhemên pêtroşîmîya Îranê bo 7 welatên dinyayê

Rêvebirê şîrketa pêtroşîmîyê ya Êntêxab`ê ya Îranê ragihand ku berhemên vê şîrketê jibo Çîn, Ûrsêt, Kozovo, Albanî, Imarat, Azerbaycan û Ermenistanê tên şandinê.

Li gorî rapora Fars NEWS`ê, Mêhran Terbîyet rêvebirê şîrketa pêtroşîmîyê ya Êntêxab`ê îro bal kişand ser vîya ku li gorî planê di sala 1396`ê ango sala 2017`ê da 70 hezar ton polîstayrênê berhem bîne got: Şîrketa pêtroşîmîyê ya Êntêxab`ê ji payîza sala buhurî va hatîye vekirinê û salê 250 hezar ton berhemên pêtroşîmîyê amade dike.

Wî herwiha got: Berî ku şîrketa Êntêxab`ê polîstayrênê berhem bîne, şîrketên din ên navxweyî 30 heta 40 hezar tom di salê da berhem dianîn û 60 heta 70 hezar ton ji vê berhemê ji drveyî welêt dihat kirrînê.

Rêvebirê şîrketa Êntêxab`ê herwiha got:Laysênsora vê pêtroşîmîyê, şîrketa zanistî ya Norwejî-Almanî ye ku şîrketa pêtroşîmîyê ya Êntêxab`ê ew kirrîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu