IraqNûçeRojhilatanavin

Dijberiya dadgeha fedral a Iraqê li hemberî wêdadayîna serokê parlemanê

Dadgeha fedral a Iraqê dijberiya xwe li hemberî wêdadayîna serokê parlemanê ragihand.

Li gor rapora Sky News’ê, Dadgeha fedral a Iraqê li civîna xwe ya îro çarşemê dijberiya xwe li hemberî daxwaza parlemanterên grevgirtî ku daxwaza wêdadayîna serokê parlemanê kiribû ragihand û destnîşan kir ku Selîm Cebûrî serokê parlemana Iraqê ye.

Dadgeha fedral a Iraqê ragihand ku civîna ku bona wêdadîna Cebûrî ji ser postê serokatiya parlemana Iraqê birê ketiye jî neqanûnî ye.

Pêştir birek ji wan nûnerên nerazî, daxwazek dabûne dadgeha fedral a Iraqê û ragihandibûn ku ewna Cebûrî wekî serokê parlemanê qebûl nakin û civînên parlemanê ku bi serokatiya wî bi rê dikevin jî ne qanûnî ne.

Wan nûnerên nerazî li civîna xwe ya 14 Avrîlê Selîm Cebûrî ji serokatiya parlemana Iraqê wêda dabûn û nûnerek din li dewsa wî wekî serokê parlemana Iraqê kifş kiribûn.

Li vê dawiyê kirîza siyasî li nav Iraqê bûye sebeb ku rewşa vî welatî aloztir bibe.

Parlemana Iraqê hîn jî nekariye dengên xwe bidin ew wezîrên ku Ebadî ewna bona dewleta nû ya Iraqê kifş kiribûn û tenê çend wezîran karîne reyî û dengên baweriyê ji parlemana vî welatî bînin dest. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu