İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ji gelê Mûsilê hat xwestin ku li dijî DAIŞê serî hilde

Serokê Rêxistina Polîsên Federal a Iraqê Raîd Cevdet di daxuyaniya xwe ya niviskî de diyar kir ku hêzên polîsan di çarçoveya operasyonên van 2 rojan de li başûrê Mûsilê 352 kîlomitro ax ji destê DAIŞê girtiye.

Serekê sunniyan û Cîgirê berê yê Serokwezîrê Iraqê Salih Mutlaq jî di axaftina xwe ya televîzyonê de bangewaziya gelê Mûsilê kir û ji wan xwest ku “li hemberî DAIŞê serî Hilde.” Mutlaq ê ku li parlamentoya Iraqê serokê Koma El Arabiyeyê jî, got “divê li hemberî sivîlên ku li Mûsilê di bin dorpêçkirinê de ne, li gorî prensîbên mafên mirovî were tevgerîn.” Mutlaq daxwaz kir ku bila îxtilafên siyasî yên li welêt bidin aliyekî û li dijî DAIŞê piştgiriya artêşê were kirin. Ji aliyê din ve serekê Heşdî Şe’bî Hadî Amîrî jî diuar kir ku milîsên Şîa wê nekevin navenda bajarê Mûsilê. Amîrî got tenê artêş û hêzên polîsan wê têkevin navenda bajêr. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version