İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ji Hesen Ruhanî bo Kongreya Amerîka: Dorpêç bandore li gelê Îranê nake

Serokomarê Îranê ragihand ku ew dê bersiva sepandina cezayê dorpêça aborî ya Kongreya Amerîkayê ya ser Îranê bidin û çalakiyên wan ên leşkerî dê berdewam bikin.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di civata Wezîrên Îranê de biryara Kongreya Amerîkayê ya di derbarê sepandina dorpêça aborî ya ser Îranê rexne kir û got: “Ev dorpêç bandore li gelê Îranê nakin û siyaseta Komara Îslamî nagoherine.”

Ruhanî, Amerîka bi sepandina van cezayên nû nikare piştgiriya welatên Ewropayê bistîne.

Ruhanî wiha pê de çû: “Divê em behremendiyên xwe yên berevaniyê pêşbixin û bêyî ku li nêrîna kesên derve binerin, pêwîstiyên berevaniya xwe dabîn bikin.”

Serokomarê Îranê da xuyand ku eger Amerîka dixwaze li herêmê aramî û seqamgîrî peyda bibe, divê dest ji siyaseta neyartiya Îranê berde.

Kongreya Amerîkayê bi hêceta “binpêkirina mafên mirovan, çalakiyên mûşekî û pişrgitiya Îranê ya ji terorê re”, projeya ambargoya nû ya aborî ya ser Îranê pesend kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version