İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ji hoporlorê xwendina azana şerîf li Swêdê qedexe ye

Li Swêdê li temamê mizgeftan ji hoporloran xwendina azana şerîf berî niha hatibû qedexekirin ku ev qedexe hêj berdewam e. Bes di sala 2013an de ev qedexe cara ewoş hebikî hat sistkirin. Digel vê sistkirinê destûr hat dayîn li Mizgefta Mezin a li Stockholmê berîya nimêja înê azana şerîf bê xwendin.

Mislimanên ku li Vaxjoya bajêra Swêdê dijîn jî bo karibin berîya nimêja înê ji hoporlorê azana şerîf bixwînin serî li ewlehîyê dan. Piştî serîlêdanên Mizgefta Arabi ji dêra Swêdê daxuyanîya piştgirîyê hat dayîn.

Fredrîk Modeusê Serekpîskoposê bajêra Vaxjoyê derbarê mijarê de diyar kir ‘Ez bêsebrî li hêvîyê me li bajarê me digel dengê zingila dêrê dengê azana şerîf bibihîzim.’

Cara ewil berî vê 5 salan destûr hatibû dayîn ku berîya nimêja înê azana şerîf bê xwendin. Herî dawî berî vê 3 mehan ji Mizgefta Komeleya Çanda Îslamî ya ku aîdî Boşnakan e re destûr hatibûm dayîn ku ji hoporlorê 5 wextan azana şerîf bê xwendin.(BANGÊ ÎSLÂMİ) 

Exit mobile version