IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Şeytana mezin Amerîka li Iraq û Sûriyê negihişt armancên xwe

Fermandeyê Opêrasyona Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê ragihand ku opêrasyona sîxorîyê ya leşkerên amerîkî li sînorên Iraq û Sûrîyê serê xwe negirt.

Fermandeyê Opêrasyona Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê Qasim Muslih ragihand ku leşkerên amerîkî dil hebûn lêzanînên deqîq derbarê hejmara hêzan û cureya çekên Hêzên Heşdi Şeibî û hejmara nuqteyên lêgerînê kom bikin.

Wî bi gotina vê yekê ku karê leşkerên amerîkî yê ji bo komkirina lêzanînên ewlehîyê binpêkirina serwerîya Iraqê tê hesêb, dîyar kir: Leşkerên maerîkî piştî ku opêrasyona wan a komkirina lêzanînên ewlehîyê pêrgî işkestê bû zivirîn baregeha Bêir Merasimê.

Alîkarê Fermandeyê Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê Ebûmehdî Muhendis jî berî vîya pêgirî li ser pêwîstîya derketina leşkerên amerîkî ji axa Iraqê kiribû û gotibû: Divê em derbarê kiryarên leşkerên amerîkî da hişyar bin ji ber ku Amerîka pişta têrorîsmê digire.

Başa dön tuşu