ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Em li dij guhertina sînorên welatan in

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi sekinîna ser rola taybet û kêrhatî ya Îranê li navça Rojhilata Navîn û got: Roja îro welatên cîhanê bi rola kêrhatî ya Komara Îslamî ya Îranê li warê îstiqrar û ewlehiya navçê hesyane.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh êvarê li gotûbêja bi televîziyona Îranê, raporek ji mijar û meselên herî girîng ên Îranê û pêngavên dewleta wê li warên curbicur ên siyasî, çandî û aborî raber kir û ser alûgor û guhertinên vê demê li cîhan û navçê bi gelê Îranê re axivî.

Ruhanî herwiha anî ziman ku armanca yekem a Îranê li navçê de îstiqrar û ewlekarî ye û got: Welatên navçê ku hez dikin pêşkevin û bigihêjin geşatiyê ti riyek ji bilî îstiqrar û ewlekariyê li ber wan tine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê armanca Îranê ya dudiyan jî şer û rawestana li ber terorîzmê da zanîn û desnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê li warê şer û rawestana li ber terorîzmê her welatê ku bixwaze alîkariyê dide wan bi taybet Iraq û Sûriyê.

Ruhanî herwiha armanca din a Îranê sekinîna li ber guhertina sînorên welatên navçê da zanîn û got: Hin kesan dixwestin Sûriye, Iraq û Yemenê perçe bikin, lê Îran her ji binî ve li dij  guhertina sînorên welatan e û ji bo ku pirsgirêkên welatan safî û çareser bibin li ser berxwedan û dîplomasiyê li navçû de disekine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja xwe ya telefonî bal kişand ser dîplomasiya aktîv a Îranê li warê çareseriya Krîza Sûriyê û got: Îranê alîkariya dewlet û artêşa Sûriyê kir ku bikarin li ber terorîzmê li ber xwe bidin û bisekinin.

Ruhanî herwiha bal kişand ser pêwendiyên sêalî yên Îran, Rûsya û Tirkiyê ji bo çareseriya krîza Sûriyê û got: Tehran, Moskow û Enqerê karîn gavên kêrhatî ji bo çareseriya krîza Sûriyê rakinû em hêvîdar in li Civîna Astaneya Qezaqistanê li warê dîplomasiyê li navçê de serkvtineke berbiçav bibînin.

Ruhanî li bersiva vê yekê ku hin kes dibêjin hewldan û xebatên pêkhatî ji bo agirbesê li Sûriyê ayîdî Îranê nabin got: Îranê roleke girîng ji bo şer û xebata li dij terorîzmê û dîplomasiyê bona çareseriya krîza Sûriyê lîstiye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser êrişa terorîstî ya dawiyê li Stenbolê ku li despêka sala nû ya 2017 qewmî got: Kuştina însanên bê sûç û guneh ji aliyê me ve tên şermezarkirin û eva nîşan dide ku terorîzm li ti kesekê rehmê nake û hek li ber vê yekê berxwedan û rawestaneke cidî nebe ev vîrûsa qirêj wê pêsîra gişkan bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu