CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Ji Koreya Bakur ceribandineke din a moşekên balîstîk

Rayedarên leşkerî yên Koreya Bakur ragihandin ku welatê wan ceribandineke din a moşekên balîstîkî pêk aniye.

Hat îdiakirin ku Koreya Bakur moşekeke cureya wê nediyar a balîstîkî pekandiye.

Sererkaniya Koreya Başûr jî da xuyakirin ku ew texmîn dikin Koreya Bakur ceribandineke nû ya moşekên balîstîkî pêk aniye.

Ajansa Yonhap a nûçeyan a Koreya Başûr îdia kir ku moşeka balîstîkî ji herêma Pyonganê hatiye pekandin.

Herwiha hat diyarkirina ku moşek ji bajarê Pyongsongê hatiye pekandin ku 20 kîlometran nêzîkî paytext Pyongyangê ye û gelek navendên lêkolînê û enstîtu li wir hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu