İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ji Mûsilê û Geyareyê 67 hezar koçber gihiştine qampên Xazir, Hesen Şam û Zilêkan

Ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha ji Mûsilê 36 hezar û 609 kes, ji Geyareyê jî 33 hezar kes bi giştî 67 hezar koçber ber bi Herêma Kurdistanê ve koçber bûne.

Navenda Hevbeş a Hemahengiya Krîzan a Herêma Kurdistanê (JCC KRG) bi daxuyaniyeke nivîskî, hejmara koçberên ji Mûsil û Geyareyê ber bi Herêma Kurdistanê ve çûne aşkere kirin. Li gorî daxuyaniya Navendê, ji destpêka operasyona kontrolkirina Mûsilê ya di 17ehê Cotmehê de destpêkiribû heta niha ji derdora Mûsilê, 36 hezar û 609 kes ber bi Herêma Kurdistanê koçber bûne. Kesên ku koçber bûne li kampên Xazir, Hesen Şam û Zilêkan hatine bicîkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version