NûçeFilistînRojhilatanavin

Siyonîst Îsraîl di nava 24 saetan de li Xan Yûnisê herî kêm 190 kes şehîd kirin

Îsraîl di 24 saetan de li başûrê Şerîda Gazzeyê ya dorpêçkirî herî kêm 190 kes kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Gazzeyê roja Duşemê hejmara miriyan li bajarê Xan Yûnis piştrast kir.

Îsraîlê maleke li kêleka Nexweşxaneya Nasir kir hedef.

Dîmenên vîdyoyê nîşan didin ku xelk di hundirê kompleksa nexweşxaneyê de goran dikolin ji ber hejmareke zêde ya qurbaniyan.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Qedra got leşkerên Îsraîlê “sûcên hovane” kirin.

Ofîsa ragihandinê ya Gazzeyê ragihand ku hêzên Îsraîlê stargeha Zanîngeha El Eqsayê, stargeha Koleja Zanîngehê, stargeha Dibistana Xalidiye, stargeha Dibistana Mewasî û stargeha Pîşesazî ya Xan Yûnisê bombebaran kirin. Nêzîkî 30,000 mirovên jicîhûwarkirî xwe li stargehan digirin.

Îsraîl ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezeyê piraniya wan jin û zarok zêdetirî 25 hezar kes kuştine. Her wiha bi sed hezaran mirov koçber kirin.

Tevî kampanyaya wêranker a qirkirinê ya li Xezeyê, Îsraîl di êrîşa xwe de negihîşt armanca xwe.

Başa dön tuşu