AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê got: Asta zengînkirina uranîyomê li komara Îslamî ya Îranê yê 20 qatî zêde bibe

Bêhrûz Kemalvendî berdevk û alîkarê hiqûqî û parlemanî û navnetewî yê serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê got: Santrîfîyûjên RH-8`ê li halê ceribandina bi gaza uranîyoma zengînbûyî ne û piştî kutabûna ceribandinê, yê bi awayekî berfire bên çêkirinê.

Santrîfîyûjên RH-8`ê ji santrîfîyûjên herî pêşketî ne ku bi destê zanyarên Îranê hatine çêkirinê ku ceribandinên mekanîkî mideha 3 salan da derbas kirine.

Kemalvendî herwiha got: Niha zengînkirina uranîyomê bi Santrîfîyûjên RH-1`ê pêk tê ku potansîyela wan “sûyek“ di salê da ye lê Santrîfîyûjên RH-8`ê potansîyela wan a zengînkirinê “ 20 sû“ di salê da ye ku bi çêkirina berfire ya van santrîfîyûjana, potansîyela zengînkirinê li welêt yê bibe bîst qat.

Berdevkê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê herwiha got: Sazkirina vê cura santrîfîyûjan ku alûgureke girîng li pêşeya navokî û zenîngînkirinê ye li rêketinama navokî hatîye berçavgirtinê û berovajî vê lihevkirina navnetewî nîne.

Kemalvendî herwiha ragihand ku di destpêka bihara têda 20 destkevtên nû li warê berhemanîna radyodermanên curbicur bên nimandinê û got: Îran niha radyodermanan çê dike ji ber ku vê berhemê rola girîng li dermankirin û pêderxistinê li zanista pizişkîyê ya bi rêka tîrêjê heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu