ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Rêberê giranqedir: Êrişa Amerîkayê ser Sûrîyê, şaşitîyeke istiratêjîk e

Li gorî nûçen SAHAR TV yê; Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bal kişand ser êrişa Amerîkayê ser Sûrîyê û pêkutî kir: Cinayet, zorbêjî, binpêkirin û zordestî tam ji destê amerîkîyan tên û wan ev karana li deverên din ên cîhanê jî kirine.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî îro li hevdîtina ligel fermandarên pilebilind ên hêzên çekdar ên Îranê dema nirxandina êrişa Amerîkayê ser Sûrîyê herwiha got: Karê ku amerîkîyan kirin, şaşitîyeke istiratêjîk e û ew şaşitîyên xwe yên berê dubare dikin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bibîr xist: Berpirsên berê yên Amerîkayê, DAIŞ pêk anîn yan alîkarî danê û berpirsên niha yên Amerîkayê jî DAIŞ`ê yan komeke wek wê bihêz dikin.

Rêberê giranqedir ê inqilabê bi pêkutîya ser vê yekê ku xetera van komana yê di pêşerojê da pêsîra amerîkîyan bigire got: Ewropa roja îro bi hegera şaşitîya xwe ango bihêzkirina tekfîrîyan, tûşî wan bûye û gelê welatên ewropî ne li kolanan ne jî li malên xwe parastî nînin û Amerîka jî eynî wê şaşitîyê dubare dike.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Îranê nîşan daye ku bi karên şaş ji meydanê narewe û gel û berpirsên ku bawerî li inqilabê hene, bi tewekula li Xwedê, li hemberî gefan paşda naçin, ji ber ku heke biryarba paşda herin, Îran roja îro tûşî asêbûn, têkçûna rewanî û şaristanîyetê bibû.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha bal kişand ser piştgirîyên giştalî yên dewletên rojavayî ji Sedam dema şerê sepandî dijî Îranê û got: Dewletên fêlbaz û durû yên ewropî ku roja îro têkildarî meseleya Sûrîyê idiaya bikaranîna sîlehên kîmyewî dikin, dema şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê, gellek sîlehên kîmyewî dan Sedam ta ku ew bi sîlehên hanê êrişî bereyên berxwedana Îranê û deverên Serdeşt û Helebçê bike.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bal kişand ser plana dijmin jibo lawazkirina morala gel, berpirs û hêzên çekdar ên Îranê û sepandina fikir û morala “ nabe û em nikarin“ û pêkutî kir: Hêzên çekdar ên Îranê divê bi palpiştîya Xwedê û xwebawerîyê, roj bi rojê şîyan û potansîyelên xwe zêde bikin û bi insîyatîf û vîyana xurt, kêmasî û valatîyan bicebirînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu