Nûçe

Îro rojamanovr û rêpîvana herî mezin ya yekitiya misilmanan li Erbeyîna Huseynî ye

Îsal jî merasima Erbeyîna (Çilema) Îmam Huseyn û heval û hogirên emekdar ên wî hezretî bi beşdariya menewî û bi coş a tazîdarên wî şehîdê mezin ê dîrokê bûye manovr û rêpîvana herî mezin a yekitiya misilmanan.

Îro yekşemê 20 Seferê û roja Erbeyîna Husynî heyet û desteyên curbicur ên tazîdariyê ji Îrana Îslamî û ji welatên din ên cîhanê ji riyên ji pêşve diyarkirî ber bi herema hezretê Eba Ebdullah el-Huseyn (S) li Kerbelaya pîroz bi rê ketine.

Dîsa huzûra çendîn milyonî ya aşiq û evîndarên hezretê Îmam Huseyn (S) li roja Erbeyîna wî hezretî li Kerbelayê û tazîdariya wan li riya Beyn El-Heremeyn (navbera du hereman) merîfet û dildayîna aşûrayî rayê gelên alemê da.

Meşvanên Erbeyîna Huseynî li riya Nevecê heya Kerbelayê ku ji roja şemiyê ve despê bû peyamek ji gelên cîhanê re dan û li peyama xwe de xelkê cîhanê hişyar kirin ku minasibetên curbicur ên jiyana îroyîn li gor berjiwendiyên mistekbir û zorbêjên cîhanê pêk hatine û ew bi destdanîna ser newekheviyên nijadî neyarî û duberikiyê têxin navbera netew û gelên cîhanê da ku hikûmet û deshilatdariya xwe berdewam biki, loma meşvanên Erbeyîna Huseynî ji gelên cîhanê xwestin ku li ber zilm û zorê rabin û vê yekê ji holê rakin.

Dewleta Iraqê diyar kir ku zêde ji du milyon û nîv ziyaretkirên biyanî xwe gihandine Kerbelaya pîroz. Misilmanên hanê ji welatên curbicur ên wekî Îran, Behreyn, Erebistan, Qeter û Kuweytê û heta ji başûra Afrîqyê ne.

Zêde ji 30 hezar hêzên ewlehiyê yên Iraqê ewlekariya merasima Erbeyîna Huseynî girtine sikura xwe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu