ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Seyyid Ebdulmelik El Husî: Armanca destdirêjiya leşkerî ya Erebistan û Imaratê ya li ser Yemenê dagirkirina ve welatê yê

Sikritirê gişt ê Tevgera Ensarullah a Yemenê armanca Erebistan û Imaratê ya destdirêjiya leşkerî li ser Yemenê dagirkirina vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora IRNA’yê, Sikritirê gişt ê Tevgera Ensarullah a Yemenê, Ebdulmelik Bedr El Dîn El Husî Yekşemiyê bi şev li axaftinekê bi gotina vê yekê ku Erebistan û Imaratê bi miliyaran dolarî ji bo piştevaniya ji çalakiyên tekfîrî li hin parêzgehên Yemenê xerc kirine, her wiha got: Destdirêjkerên siûdî j destpêka destdirêjiya li ser Yemenê navbera xelkê nakokî û dijminatî çêkiirne.

Sikritirê gişt ê Tevgera Ensarullah a Yemenê tevî pêgiriya lis er vê yekê ku çekdarên pileberz ên siûdî û imaratî bi çekdarên amerîkîû siyonîst ta li navçeya El Mexaya Yemenê di têkilliyê da ne, got: Amerîka û Rêjîma Siyonîst li êrîşa çekdarî li ser Yemenê hevdest û hevdeng in.

Wî her wiha destnîşan kir ku Erebistan û Imarat li dijî gelê Filsitînê komployan dikin û Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst êrîşa li ser Yemenê wek beşek ji berjewendiyên hevpar ên vê rêjîmê û Erebistanê dizane.

Başa dön tuşu