AborîCîhanErebîstanEwropaÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ji OPECê piştî 8 salan biryareke girîng

Du şandeyên ku beşdarî civîna OPEC ya li Wiyana ya Awistiryayê bûn, daxuyand ku piştî 8 salan cara pêşî wan biryar daye ku daxwaza petrolê ya endamên xwe kêm bikin.

Rêxistina Welatên ku Petrolê Îxrac dikin (OPEC) piştî 8 salan cara pêşî biryar da ku hilberandina petrolê kêm bike. Li gorî nûçeya ku li ser Bloombergê hate weşandin de OPEC arza petrolê ya rojane wê ji 1.2 milyon warîlî bikşîne 32.5 milyon warîlî. Endamên OPECê di civîna ku di 28 Îlonê de li Cezayirê lidar xistin de li ser 32.5 û 33 milyon warîlan li hev kirbûn.

Piştî daxuyaniya OPECê buhayê petrola xam ya tîpa Amerîkayê zede bû. Li New Yorkê buhayê warîlê ya petrole 3.24 dolar zede bû û bû 48.47 dolar.   Petrola Brent bi saeta Londrayê saet 01:00an de bi qasî 3.55 dolarî zede bû û bu 49.93 dolar. Buhayê warîla petrola Brentê ji 28ê Cotmehê heta niha cara pêşî 50 dolarî bihurîbû. Hilberandina OPECê ya rojane ya di meha cotmehê de 33.643 milyon warîl, ya Erebîstana Siûdî 10.532, ya Iraqê4.561 warîl û ya Îranê jî 3.69 milyon warîl bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu