ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îranê tu pêbawerîyek li Amerîkayê nîne

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Îranê tu pêbawerîyek li Amerîkayê nîne û bila Ewropa, Çîn û Kanada jî bawerîya xwe li Amerîkayê neynin.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li merasima Salroja Pêşeya Berevanîyê li Îranê herwisan got: Endamên Kongira Amerîkayê qanûnek pejirandin ku nabe bi Îranê re şêrr bikin, ji ber ku dizanin Îran bihêz û xurt e û êrişa ser Îranê berdêla wê heye.

Rûhanî bi gotina vîya ku amadebûna hêzên çekdar ên Îranê divê di astekê de be ku dijmin newêribin êriş bikin, dîyar kir: Hewmî hewildan û xercên Komara Islamî ya Îranê ji bo jordabirina asta şîyana berevanîyê, bi armanca girtina pêşîya sepandina şêrr û êrişên pirrxerc ser vî welatî da ne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Gelê Îranê hertim bi dû jîyana aştîyane û danuistandina digel welatên din bûye û amadebûna di warê berevanîyê de bi wateya aştîxwazîya mayinde ye. Rûhanî pêgirî kir: Nebûna amadebûn û şîyana tam a berevanîyê bi wateya pêşwazîya ser şêrr û nîşandayîna lampa kesk li hemberî dijmin ji bo destdirêjî û êrişê ye.

Rûhanî bal kişand ser berfirebûna dîyardeya têrorîsmê di van salên dawîyê li herêmê de û got: Komara Islamî ya Îranê bi awayekî xwebexş çû hawara gelên herêmê û roleke kêrhatî li paqijkirina navçê ji têrorîstan hebû.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku hin welatên cînarê Îranê di rû de hewil didin ewlehîya xwe biparêzin, dîyar kir: Ew çek û rextan bi bihaya herî giran dikirrin lê ji bo bikaranîna wan neçar in ku li hemberî daxwazên firoşerên wan teslîm bibin.

Rûhanî bi bibîrxistina vîya ku yek ji taybetmendîyên hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê gelanîbûna wan e, ragihand: Peywendîya qahîm û berfire ya di navbera hêzên çekdar û gelê her welatekî de, dê nehêle ew hêzana bitewin.

Îro 21`ê Tebaxê Roja Pêşeya Berevanîyê li Îranê ye.

Başa dön tuşu