ÎranNûçeRojhilatanavin

Hindistanê 500 milyon dolar ji deynên xwe da Îranê

500 milyon dolarên din ji deynên niftê yên Hindistanê bo Îranê hat dayîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, şîrketa niftê ya Esarê bikirê herîmezin ê Hindistanê yê nifta Îranê, 500 milyon dolar ji deynên niftê yên du milyar û 600 milyon dularî ku deyndarê Îraên ye, da.

Rojnama inglîzîziman a Payûnîrê îro li raporekê dayîna 500 mnilyon dolar ji deyna niftê yê Hindistanê bo Îranê piştrast kir û nivîsî ku şîrketên palîn û pêtroşîmiyê yên Benglorê û Îndiyen Awîlê zêde ji milyarek dolar ji deynên xwe yên berê heya niha daye Îranê.

Şîrketa Hindistan Pêtrolyomê jî 17 milyon û 500 hezar dolar ji 23 milyon dolar deynê xwe daye Îranê.

Hindistanê meha Gulanê bereberê sefera serokwezîrê Hindistanê bo Îranê 750 milyon dolar ji deynên niftê yên vî welatî da Îranê.

Pêştir rayedarekî fermî yê Hindistanê gotibû ku Dêhlî ji bo kirîna nifta xav ji Îranê, 5.9 milyar dolarî deyndarê Têhranê ye û boykotên welatên rojavayî bûn baîs ku Hindistan nekaribe vî diravî vegerîne Îranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu