IraqNûçeRojhilatanavin

Ji sedî 95`ê rojhilata Mûsilê azad bûye

Hêzên iraqî li dewama operasiyona azadkirina Nêynewayê ji destê terorîstên DAIŞ`ê, serketinên zav li rojhilata Mûsilê anîne dest û çend navçên din jî ji destê terorîstan azad kirin.

Hêsal El-Ebar endamê kunseya parêzgeha Nêynewayê got: Hêzên dijî terora Iraqê bona êrişa ser zanîngeha Mûsilê amade ne û ev zanîngeha ji her çar aliyan da dorpêç kirine.

Wî got: Para pirtir a navçên berava çepê yan rojhilata Mûsilê niha di bin destê hêzên artêşa Iraqê dane û hêtimal heye ku li du rojên tê da hemû aliyê rojhilata Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê bê derxistin.

Bingehekî dine xwecî li Mûsilê jî ragihand; Van rojana li aliyê çepê ye Mûsilê rastî işkestên giran hatiye û para pirtir a serkirdryên grûpa terorîst a DAIŞ`ê ji rojhilata Mûsilê revîne û tenê hindet ji terorîstan li vê navçê mane.

Raêd Şakêr Cewdet serokê polîsê Iraqê jî ragihand ku polîsê vî welatî karî sedî 75 ji navça El-Sûmêr li başûra rojhilata Mûsilê ji destê terorîstên DAIş`ê hatiye istandin û li dirêjiya vî şerê dijî terorîstan bi dehan terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û 3 erebên mînkirî, 8 kemberên teqandinî û 30 mînên van terorîstan jî hatine teqandin.

“Qumandê operasiyona Nêeynewa emê tên“ jî ji azadiya tam a navça El-Sidîq li bakûra Mûsilê xeber da û destnîşan kir; Hêzên dijî terora Iraqê û tîpa 73 a artêşa Iraqê karîn navça El-Sêdîqê li bakûra Mûsilê azad kirin.

Hinek ji bingehên nûçan ji nav Iraqê ji azadiya tam a navça El-Sûmêr û rakirina alaya Iraqê li ser avahiyên vê navçê xeber dan.

Ji aliyê dinve hêzên hewayî yên Iraqê jî êrişî ser pêgehên grûpa terorîst a DAIŞ`ê li nav Mûsilê kirin.

Bingeha agehdariyên şêr li nav Iraqê jî ragihand ku piştî êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser pêgehên terorîstên DAIş`ê li Mûsilê, pêgehên qenasên DAIŞ`ê li nav vî bajarî bi tamî jinav çû û li van êrişan jî bi dehan terorîst hatine kuştin yan jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu