ÎranNûçeRojhilatanavin

Birûcêrdî: Ewlehîya navçeyî û navnetewî bi hevkarîya Îran û Ûrsêtê dabîn dibe

Serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya meclisa Îranê, parlimanên Îran û Ûrsêtê matora livandina peywendîyên dualî zanîn û got: Amadekirina nexşerêyê ji bo berfirekirina peywendîyên dualî di warên curbicur da pêwîst e.

Elaedîn Birûcêrdî serokê Komisyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya meclisa Îranê îro li hevdtina digel Leonid Slutsky serokê Komîteya Navnetewî ya Domaya Dewleta Ûrsêtê li Têhranê, sîyaset û kiryarên çewt ên serokomarê Amerîkayê rexne kirin û got: Bêrêzîya li hember erf  ûqirarên navnetewî, binpêkirina sozên navnetewî û piştgirîya ji komên têrorîst li navçê dibin sedema berfirebûna bêewlehîtîyê û dewama qeyranê.

Birûcêrdî herwiha pêgirî li ser pêwîstîya cihanîna rêketiname û lihevkirinên her du welatan kir û got: Cihanîna rêketinaman û rakirina berbendên ser rêya karên bankan dikarin alîkarîyê bidin berfirekirina danûistandinên aborî, ticarî û pêşeyî yên di navbera şîrketên dewletî û sivîl ên Îran û Ûrsêtê.

Leonid Slutsky serokê Komîteya Navnetewî ya Domaya Dewleta Ûrsêtê  jî li vê hevdîtinê got: Îran welatekî girîng û bibandor li alûgurên navçeyî û navnetewî bûye û hazirbûna Îranê li civatên navnetewî dikare gellek alîkarîyê bide pêkanîna istiqrar û ewlehîyê.

Wî herwiha pêkanîna komên dostîya parlimanî û komsyona bilind a Îran û Ûrsêtê li meclisên her du welatan sedema bihêzkirina peywendîyên sîyasî û aborîyê yên di navbera her du welatan zanî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu