ÎranNûçeRojhilatanavin

Piştgiriya Îranê ji vegeriyana aramiyê bo bazara niftê

Wezîrê niftê yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê piştgiriyê dide birayra berhemhênerên niftê jibo vegerandina aramiyê bo bazarê.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Bîjen Namdar Zengene wezîrê niftê yê Îranê roja sêşemiyê piştî hevdîtina  tev  Muhemed Barkîndor û sekreterê giştî yê OPEC`ê li Têhranê li bara buhaya  guncaw a niftê li bazarên cîhanî got : Buhaya  hezkirî ya piraniya  endamên OPECê buhaya 50 heya 60 dularî jibo selika niftî ya OPECê ye.

Namdar Zengene  nifta 55 dularî guncaw nirxand  û got : Ev buhaya  dibe sedem ku  berhema  niftê jibo endamên  OPECê xêncî bidahatbûnê  biqazanc û kêrhatî be.

Wezîrê niftê yê Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku  yekim sefera  Barkîndor wek sekreterê giştê yê OPECê bo Îranê ye muzakirên  li bara bazara niftê baş nirxand û got : Komara Îslamî ya Îranê ji sekreterê nû yê OPECê li  posta wî ya nû piştgiriyê dike .

Civîna nefremî ya welatên  endam û neendam  ên OPECê rojên 26 heya 28 Îlonê li kêleka  civîna  navneteweyî ya  enerjiyê IEF li Cezayirê tê li dar xistin.

Îranê ragihandiye ku  li asta wezîran  dê li vê civînê beşdar bibe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu