NûçeRojhilatanavinSûriye

Ji taxa el Vaerê ya Humsê 590 kes hatin texliyekirin

Hate diyar kirin ku di çerçoveya peymana texliyekirinê, ku bi rêveberiya Sûriyeyê re hat kirin de 590 kes ku 155ê wan mîlîtan bûn ji taxa el Vaerê ya Humsê hatine texliyekirin.

Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a SANAyê peymana texliyekirinê ku di 13ê Adarê de hat morkirin dewam dike.

Divê çerçoveyê de 590 kes ku 115ê wan mîlîtan bûn ji taxa el Vaerê ya Humsê hatine texliyekirin. Sûriyên ku hatin texliyekirin bi 16 otobêsan birine Cerablûsê.

Waliyê Humsê Talal Barazî destnîşan kir ku texliye di bin çevdêriya Heyva Sor a Sûriyeyê, yekîneya polêsên leşkerî ya rûsî û hêzên navxweyî ya Sûriyeyê ve pêk hatiye.

Ji Humsê heta niha 8 hezar kes ku 2 hezarê wan mîlîtanin hatine texliyekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu