Genel

Jiber êrişa firokên hevalbendiya amerîkî 12 kes li Dêrazorê hatine kuştin

12 welatiyên sûrî çarşemê şev ji ber êrişa firokên şerî yên hevalbendiya amerîkî ya qaşo dijî DAIŞ`ê ser navça Hecîn a Dêrazûrê lirojhilata Sûriyê hatine kuştin.

Li gor rapora IRIB Newsê, 12 welatiyên sûrî çarşemê şev ji ber dewama êrişa firokên şerî yên hevalbendiya amerîkî ya qaşo dijî DAIŞ`ê  ser navça Hecîn a Dêrazûrê li rojhilata Sûriyê hatine kuştin.

Roja sêşemê jî ji ber êrişa firokên şêr yên hevalbendiya amerîkî ser gundê El-Behre li rojhilata Dêrazorê 16 kesên sivîl ji wan 9 jin hatibûne kuştin.

Herwisa duşemê şev jî ji ber êrişa van firokên şêr yên hevlbendiya xwedêbergiravî dijî DAIŞ`ê ser Dêrazorê 15 sivîl ji wan 10 endamên malekê hatibûne kuştin.

Dewleta Sûriyê bicaran li namên xwe ji bo sekretirê giştî yê NY û Konseya ewlehiyê xwestiye ku bila hevalbendiya bi serokatiya Amerîkayê kutahiyê bide cinayetên xwe li nav vî Sûriyê.

Başa dön tuşu