CîhanEwropaNûçe

Jijordaketina firoka rêwîhilgir li Kubayê

Firokeya rêwîhilgir a Boeing 737 piştî rabûna ji balafirgeha navnetewî ya Hawanayê bi 104 rêwiyan û çend xizmetkar û paylotan ji jorda ket.

Li paytexta Kubayê yanî bajarê  Havanayê balafira rêwiyan a Boeing 737 piştî ku firiya bi demekê bi 104 musafiran va  jijorda ket.

Li gor zanyariyên dawî di encama ketina balafirê de 110 kesan can da. Di balafirê de 104 rêwî û 8 kes jî xizmetkar û poylotên vê balafirê hebû.

Serokê Kubayê Miguel Diaz-Canel, bilez gihîşt cihê bûyerê û li wir got, ew ditirsin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dabin.

Medya dewletê ya Kubayê ragihand ku 3 kes ji nav balafirê rizgar bûne.

Hêjayî gotinê ye, ji ber ku fîloyên balafiran ên Kubayê bi sedema ambargoyê nayên nûkirin, gelek caran qezayên balafiran ên bi ziyanên mezin ên canî rû didin.

Li gor nûçeya AFPê rojnameya fermî ya Partiya Komînîst a Kubayê derbarê qezaya balafirê de ragihand ku 100 kesan jiyana xwe ji dest daye. Herî dawî hat ragihandin ku hejmara miriyan gihîştiye 110 kesan.

Di balafirê de 104 kes 8 muretebat hebûn û medya Kubayê jî ragihandibû ku 3 kes ji wan rizgar bûne.

Başa dön tuşu