ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta karên derve ya Îranê bijartina serokê parlimana Iraqê pîroz kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bijartina serokê meclisa Iraqê ji hêla parlimanterên vî welatî va pîroz kir.

Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de ku bi serokatîya Mihemed Zêynî parlimanterê herî bitemen hat lidarxistinê, Mihemed Helbûsî bi piraniya dengan wekî serokê nû yê Parlamentoya Iraqê hate hilbijartin.

Behram Qasimî îro bi boneya bijartina serokê nû yê parlimana Iraqê pîrozbayî li parlimanteran û gelê vî welatî kir û got: Komara Islamî ya Îranê hertim piştgirê dêmokirasî, yekperçetîya axê û serwerîya netewî ya Iraqê bûye û piştgirîyê dide biryarên nunerên gelê vî welatî.

Qasimî bijartina serokê nû yê parlimana Iraqê pêngaveke girîng û pêwîst ji bo pêkanîna delweta nû ya Iraqê zanî û hêvî kir: Bi zûtirkê serokomar û serokwezîrê Iraqê jî bên bijartinê û zemîna pêkanîna dewleta nû û bijartî li vî welatî pêk were.

Başa dön tuşu